Lînkên eksesibilîtî

38. Serokê Amerîka Gerald Ford hat bibîranîn


Serok Bush hevkarê xwe Gerald Ford wek zilamekî mezin bi bîranî û got di dîroka Amerîka de di demeke ku zêdetirîn cûdahî di civatê de çêbûbûn wî serokatîyê kiribû.

Rêzdar Bush yek ji sê hezar kesan bû ku li Washingtona paytext sêşama îro beşdarî şîna Serok Ford bû. Rêzdar Ford heftîya buhurî li California di temenê xwe yê 93 salî de miribû.

Di şîna rêzdar Ford de serok Bush behsa kesayetî, nefspiçûkî, rêberayetî û xizmeta wî ya bo welatî kir. Got rêzdar Ford bawerîya bi demokrasîyê zêde kir û dinyayê baştirîn alîyên Amerîka di kesayetîya wî de didît.

Sê serokên Amerîkî yên zindî Bill Clinton, George H. W. Bush û Jimmy Carter jî di şînê de bûn li Katedrala Niştimanî.

Rêzdar Fordê ku Komarî bû li sala 1974 dest bi karê serokatîyê kir piştî ku Richard Nixon ji ber şermezarîya sîyasî ya Watergate xwe ji kar vekêşabû.

Serokê berê George H.W. Bush behsa nuktevanîya rêzdar Ford kir û herwisa got jîyana wî bi namus û bi rumet bû.

Herwisa Wezîrê Derveyê berê Henry Kissinger û nûçevanê berê yê televîzyona NBC Tom Brokaw jî gotarên bo bîranîna serokî xwendin.

Ji roja şemîyê were heta niha cenazê rêzdar Ford li avahîya Kongresê ji bo seredana xelkê dihate nîşandan lê îro ji bo şîna wî ya resmî cendekê wî anîbûn Katedrala Niştimanî.

Şînî li kolanê ketibûn dorê ji bo rêza xwe nîşanî cendekê rêzdar Ford bidin. Piştra cendekê wî bi firokeyê hate şandin ser wîlayeta Michigan ya li bakûr û wê roja çarşemê ew li warê xwe yê Grand Rapids bê veşartin.

XS
SM
MD
LG