Lînkên eksesibilîtî

Îsraîl li Ramallah dest bi êrîşeke leşkerî kir


Îsraîlê hêrîşeka leşkerî dijî bajêrokê Ramallah li Kenara Rojava destpêkir û bû egera şerrekî digel milîtanên Felestînîyan li wêrê.

Şahid dibêjin bi kêmîve çar Felestînî hatine kuştin û 20 jî brîndar bûne.

Televizyona Erebî wêneyên rastewxwe yêt şerrî belav kirin û yêt birîndaran demê dihatine veguhastin ji meydana naverasta Ramallah.

Şahid dibêjin helîkopterên Îsraîlî teqe li avahîyan dikir li nîveka bajêrî.

Karbidestêt Felestînî dibêjin Îsraîlî dixwazin ku milîtanekî bigrin ji komela Şuheda El Eqsa, ku rêkxistîyek çekdar e, têkelî bi bizava Feth ve hene, ya serokê Felestînî Mehmud Abbas.

Leşkerê Îsraîlî piştrast kiriye ku ew hêrîş hatîye kirin û çar Felestînî hatine girtin.


XS
SM
MD
LG