Lînkên eksesibilîtî

Pelosî bû yekemîn jina ku li Amerîka dibe peyivdara Civata Nuneran


Nunera Demokrat ji wîlayeta California Nancy Pelosi li ber e ku evro bikete rojeka dîrokî, demê bo yekemîn car jinek dibîte peyivdara Civata Nuneran ya Kongresa Amerîkî.

Xanim Pelosi 66 salî ye, nunera San Francisco ye, yekemîn car li sala 1987ê hatibû hilbijartin. Babê wê wextekî endamê Kongresê bû û nunerîya bajêrê Baltimore, wilayeta Maryland dikir.

Herwisa babê wê û birayê wê, herdu wextekî şehirdarê rojhilata bajêrê Baltimore bûne.

Li sala 2002ê xanim Pelosi ji alîyêt hevkarêt wê ve bi rêbera kêmanîya Demokrat hate jêgirtin.

Pelosi Katolîk e berevanîyê ji mafêt hevcinsbazan diket û berevanîyê ji berxwe birina zarokan diket ku ya qanûnî bîtin.

Xanim Pelosi ya bi mêr e û zarok û çend nevî hene. Lê wê daxwazên hindek Demokratan qebûl nekirine ku harîkarîyêt Kongresê bo şerrê Iraqê rabigrin û dibêjît divîya hêzêt Amerîkî li Iraqê piştevanîyeke xurt ji alîyê Kongresê ve hebît.



XS
SM
MD
LG