Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehud Olmert û Husnî Mubarek kom bûn


Serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmert û serokê Misrî Husnî Mubarek evro li Şermil Şêx kom bûn di bizavekê de bo vegerandina danûstandinêt aşîtîyê di navbera Îsraîlê û Felestînîyan de.

Ajansa peyamêt Rojhilata Naverast ya Misrî radigihînît ku rêzdar Mubarek gote rêzdar Olmert Misr nerazîbûna xwe dîyar diket li ser hêrîşa evro ya Îsraîlê li ser bajêrê Ramallah yê Felestînî.

Rêzdar Olmert di bersivê de mixabinîya xwe dîyar kir li ser kuştî û birîndarêt Felestînî, lê got "Ev hêrîşe bo parastina Îsraîlê bû ji terorîstan."

Hêjayî gotinê ye ku Îsraîlê hêrîşeke leşkerî evro dijî bajêrokê Ramallah li Kenara Rojava kiribû û bûbû egera şerrekî digel milîtanên Felestînî li wêrê.

Şahid dibêjin bi kêmîve çar Felestînî hatine kuştin û 20 jî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG