Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mike McConnell wek birêvebirê dezgehên agahîyê hat destnîşan kirin


Serok Bush cîgirê admîralê hêzên deryayî yê xanenişîn Mike McConnell destnîşan kir bibite birêveberê dezgehên zanyarî û agahîyên niştimanî.

Dema îro eynî li Sera Sipî axiftî serok Bush got rêzdar McConnell şarezayî heye taybetmend e, jîr e û dê di karê xwe de bi serkeftî bitin.

Li salên 1990an ew birêveberê ajansa parastina niştimanî bû.

Serok Bush got birêveberê berê John Negroponte dê ji karê xwe derkevitin heta bibite cêgirê wezîra derve.

Li sala 2005ê Negroponte yekem kes bû rêberayetîya tevaya ajansên agahî û zanyarîyên Amerîkî biketin.

XS
SM
MD
LG