Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamên Demokrat ji Bush xwestine ku Amerîka xwe ji Iraqê vekêşîne


Hevdem digel kontrol kirina herdu Civatan, duhî pêncşembîyê endmên Demokratên Kongresa Amerîkî daxwaz ji serok Bush kirine dest bi vekêşana hêzên Amerîkî ji Iraqê biketin.

Seroka Civata Nuneran Nancy Pelosi, demokrata wîlayeta California got, dengderên Amerîkî li hilbijartinên Kongresê li meha 11, mana bêdomahî ya hêzên Amerîkî li Iraqê red kirîye.

Wê got divêt serok Bush baş bo Iraqîya rohn biketin ku divêtin ew bixwe berevanîyê jixwe biketin, cada xwe û parastina xwe kontrol bikin.

Demokratên herdu Civatên Nuneran û yên Senatoran soz dane pêtir çavdêrîya rêbaza Serok Bush li Iraqê bikin û wan guman heye hemberî nexşeya serok Bushî bo hinartina 20 000 serbazên dî.

XS
SM
MD
LG