Lînkên eksesibilîtî

Malikî gefa pêdaçunê bi têkelîyêt Iraqê digel jimareka welatan diket


Serok wezîrê Iraqî Nûrî El-Malikî gefa pêdaçunê bi têkelîyêt Iraqê digel wan welatan diket ku rexinê li lisêdare dana dîktator Seddam Hûsênî digirin.

Berêz Malikî roja şembî li Bexda got dadgehîyeka rewa bu Seddamî hat kirn û biryara lisêdare dana wî ne biryareka syasî bu.

Serok wezîrî got lisêdare dana Seddamî karekê navxwe ye û wî rexinêt hindek hikumet û giropêt mafêt mirovan biramber bi çewanîya li sêdare dana wî ret kir.

Yek ji tondtirîn rexneyan ji layê serokê Misrî Hûsnî Mubarek hat girtin. Mubarek roja eynî got belav buna wêneyêt lisêdare dana Seddamî li seranserî cîhanê ew kirye şehîd.

XS
SM
MD
LG