Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Israel raporta liser pilanêt wê bu hêriş kirne ser Iranê ret diket 


Israelê raporteka Berîtanî ret kir ku wê pilan hene bu encam dana hêrişeka navokî dijî navendêt zaxkirna yoranyomê li Iranê.

Peyvdarê wezareta derve yê Israelê Mark Regev roja yekşembî got Israelê sengî danaye ser çareserya bi aştî bu kêşeya navokî ya Iranê.

Rojnama Sunday Times ya Berîtanî ragehand ku du tîmêt hêza asmanî ya Israelê meşiq û rahênanê diken bu encam dana hêrişêt edetî û navokî bu jinav birna navendêt navokî yêt jêr erdî li Iranê.

Li bersiva wê raportê Iranê ragehand ku her welatek hêrişê bikete ser Israelê peşîman dibit.

XS
SM
MD
LG