Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdaran li Bexda 9 kes kuştin û 10 jî brîndar kirin


Karbidestêt Iraqî dibêjin hindek çekdaran buseyek li ber basekê vedabû ku kargerêt firîngeha navnetewî ya Bexda têda bûn û bi kêmîve 9 kes hatine kuştin û pitir ji 10 kesên dî brîndar bûn.

Karbidest dibêjin piranîya neferan Şî’e bûn. Ew bas di nav rendekeka Sunnîyan re derbaz dibû li rojava Bexda, demê hêrîş li serê hatîye kirin.

Bi alîyekî dî ve karbidestekî berê yê Iraqî ku ji girtîxanê revîbû li devera Kesik got ew hêvîdar e li demeke nêzîk vegerêtev Amerîka.

Eyhem El Samurrayî ku hevwelatîyê Amerîkî û Iraqî, herdua ye, bi tawana parexwarinê hatibû girtin. El Samurrayî di konferanseke rojnamevanî de li Dubai got ew tawan li ser wî hatîye danan, ji ber egerên sîyasî bûn û ew ditirsîya ku bête revandin anjî kuştin her demê hatiba berdan.

Bi alîyekî dî ve karbidestên Iraqî dibêjin hêzêt parastinê 23 milîtan kuştin di jimareka hêrîşan de li Bexda, ewê roja yekşembî.

XS
SM
MD
LG