Lînkên eksesibilîtî

Kuweytê rexne li Lîbyayê wergirtin ku behî bo Saddam Huseynî danay


Kuweytê rexne li Lîbyayê wergirtin ku behî bo serokê berê yê Iraqê Saddam Huseynî danay.

Wezîrê derve yê Kuweytê Ahmed El Sabah gote peyamhinêran ku welatê wî biryara Lîbî gellek pê nexweş bû demê alayê Lîbî nizim kirî bû û çend rojeke behî danay, piştî îdam kirina Saddam Huseynî.

Wezîrê derve got Saddam Huseyn dîktator bû gunehkarî dijî milletê wî kirîne, herwisa dijî netewa Ereb kirîne.

Li sala 1990ê Saddam Huseynî Kuweyt dagir kir û dixwast bigihîtîne Iraqê. Çend heyveka piştî hindî hevalbendîyeke bi rêberîya Amerîka Iraq ji Kuweytê derêxist.

Hindek endamên parlamana Kuweytî dixwazin ku hikumet pêdaçûnekê biketeve li ser têkelîyêt xwe û harîkarîya digel Lîbya,Yemenê û Urdunê ku rexne girtibûn li ser îdam kirina Saddam Huseynî.

XS
SM
MD
LG