Lînkên eksesibilîtî

Wê serok Bush gotara xwe ya netewî roja çarşemê bixwîne


Wisa çaverê tê kirin ku wê serok Bush şeva çarşemê gotara xwe ya netewî bixwîne li ser stratejîya nû ya bo şerrê Iraqê.

Raportên çapemenîyê çaverê dikin ku wê serok Bush nêzî 20 hezar serbazên din li jimara hêza Amerîka ya li Iraqê zêde bike.

Rêberên nû yên Demokrat li Kongresa Amerîka hêj vêgave rexne li vê nîyetê digrin û dibêjin bi dîtina wan serkeftin bi rêya zêdekirina jimara serbazan nabe.

Herwisa îro (duşem), karbidestên Qesra Sipî gotin serok Bush wê Balyozê Amerîka yê bo Iraqê Zalmey Xelîlzad wek nunerê Washington bo Neteweyên Yekgirtî destnîşan bike.

Peyivdarê Qesra Sipî Tony Snow dibêje wê Balyozê Amerîka yê bo Pakistanê Ryan Crocker têkeve şuna karê Xelîlzad li Iraqê.


XS
SM
MD
LG