Lînkên eksesibilîtî

Li Somalya hin êrîşên din yên bi firrokeyan tên ragihandin


Şahid ji başûra Somalya radigihînin ku çarşema îro, jinûve çend êrîşên din yên bi firrokeyan hatine kirin ser bi bergumanên El Qaîde ve an jî ser bi milîtanên Îslamî ve.

Karbidestên hikumeta demî ya Somalya dibêje ew êrîş ji alî leşkerê Amerîka ve hatine kirin lê belê karbidestên Amerîkî li ser vê yekê tu daxuyanî nadin.

Êrîş li dora Ras Kamboniya ku nêzî sînorê Kenyayê ye hate kirin ji ber ku li vir hikumet û hêzên Etyopî şerrê şervanên Îslamî kiribûn.

Karbidestên Amerîkî heta niha tenê êrîşekê li xwe danîye ew jî ya ku roja duşemê ser bi cîyekî ve bû ku şikê jê dikirin ku bergumanên El Qaîde xwe têde vedişartin.

Du dezgehên ragihandinê yên Amerîkî, CNN û Associated Press gotina karbidestên Somalî belav kirin ku dibêjin bi van êrîşan Fazil Abdullah Muhammed hatîye kuştin. Dibêjin ev kes destê wî di plan kirina bombe kirina du balyozxaneyên Amerîkî yên li rojhilata Efrîqa de hebûye li sala 1998. Belê ev raport hêj nehatine piştrast kirin.

Serokwezîrê Etyopyayê Meles Zenawi ji peyamhinêran re îro got bi van êrîşên firrokeyên Amerîkî heyşt bergumanên terorê hatine kuştin. Dibêje serbazên wî cendekê wan bergumanan civandine û wê şareza piştra kesayetîya wan kesan dîyar bikin.

XS
SM
MD
LG