Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Condoleezza Rice diçe Rojhilata Navîn


Wezîra Derve ya Amerîka Condoleezza Rice îna îro ji bo berevanîya rêbaza nû ya serok Bush ya bo Iraqê bike diçe Rojhilata Navîn.

Wisa çaverê tê kirin ku di seredana xwe ya heftîyekê de xanim Rice wê ji dewletên nermrê yên Ereb daxwaza zêdekirina piştevanîya Iraqê bike û wê bala xwe bide nihêrtinên bo bizavên nû yên aşîtîyê di navbera Îsraîl û Felestîn de.

Xanim Rice roja şemîyê digihîje Îsraîlê û wê bi Wezîrê Parastinê û yê Derve re û herwisa bi karbidestên din yê Îsraîlê re jî kom bibe. Wê roja yekşemê jî li ser erdê Felestîn, bi serokê Felestînê Mahmud Abbas re kom bibe.

Rice wê herwisa biçe Urdun, Misr, Erebîstana Suudî û Kuweytê jî. Ew dê seredana xwe li Berlin û Londonê bi dawî bîne piştî ku bi van herdu welatan bişêwire.

Roja çarşemê serok Bush plana xwe ya li ser şandina zêdeyî 20 hezar serbazên din bo Iraqê ragihandibû ji bo kêm kirina tundûtûjîyê li vî welatî.

Qanûndanerên rikeberîyê û herwisa hin qanûndanerên ji partîya Komarî ya serok Bushî li dij wê planê dîtinên xwe anîbûn zimên.

XS
SM
MD
LG