Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmedînejad diçe seredana welatên Amerîkî


Serokê Îranê Mahmud Ahmedînejad roja şemîyê digihîje Amerîka ya Latîn da ku bi rêberên çep yên xuya, re kom bibe.

Seredana wî bi Venezuella destpêdike da ku bi serokê vî welatî Hugo Chavez re kom bibe. Piştî çar mehan ev cara diduan e ku Ahmedînejad diçe vî welatî.

Rêberê Venezuella wek Ahmedînejad soz daye gelê xwe ku wê ew dewlemendîya nifta welatê xwe wekhev li hevwelatîyên xwe par bike. Herwisa herdu rêber dijberîyeke dijwar dikin li hember Welatên Yekgirtîyên Amerîka û rêzdar Chavez piştgirîya Îranê dike li ser bernama wê ya navokî.

Rêzdar Ahmedînejad roja yekşemê diçe Nîkaragua da ku kom bibe bi serokê wî welatî, bi Daniel Ortega re, yê ku di dema Şerrê Sar de dijminîya Welatên Yekgirtîyên Amerîka dikir.

Roja duşemê serokê Îranê wê li Ekwador tevlî rêûresma sond xwarinê bibe ya bo serokê nû Rafael Correa dest bi kar bike. Correa jî yek ji wan rêberên welatên Amerîkî yên Latîn e, ku dijberîya sîyaseta Amerîka dike.

XS
SM
MD
LG