Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tariq El Haşimî rexne girt li îdam kirina herdu alîkarên Saddam


Cîgirê serokê Iraqê Tariq El Haşimî rexne li hikumeta Iraqê girtin li ser îdam kirina du harîkarêt berê yê Saddam Huseynî.

El Haşimî Misilmanê Sunnî ye, got îdam kirina wan dê bizavêt hikumetê têk det bo pêkhatinêt navbera komelêt tîreyêt Iraqî. Wî evro gote televîzyona Brîtanî Sky News, wî hêvî hebû ku heke Saddam Huseyn û du harîkarêt wî nehatibana îdam kirin da harîkarîyê ket ku pitir alîyêt Iraqî pişikdarîyê di kiryara sîyasî da biken.

Serokê rasperîya Ewropî Jose Manuel Barosso evro îdam kirina wan du kesan tewanbar kir û li Roma got kesê ew maf nîne riha kesekî dî jê bistîne.

Ajansa peyamên Interfax ya Rûsî li ser zarê wezareta derve ya Rûsî vegereve dibêjît îdam kirina wan çi harîkarîya nake bo tenahîya Iraqê.

Bi alîkî dî ve wezîra derve ya Amerîka Condoleezza Rice evro got îdam kirina harîkarêt Saddam Huseynî kiryareka Iraqî bixwe ye.

XS
SM
MD
LG