Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rice ji Erebîstana Suudî piştevanîyê wergirtîye


Wezîra derve ya Amerîka Condoleezza Rice piştevanîyeka Erebistana Suudî wergirtîye bo stratejîya nû ya Amerîkî li ser Iraqê.

Xanim Rice evro li Rîyad digel wezîrê derve yê Suudîyê, Suud El Feysel kom bûbû û wezîrê derve El Feysel got ew piştevanîya hindek alîyêt dicîhê xwe de diket di nav nexşa parastinê da. Lê wî çi têbînî nedan ka mebesta wî çi bû.

Xanim Rice got bizaveke xurt tête kirin ji alîyê hikumeta Iraqî ve bo çareserkirina destûdarê parastinê.

Welatêt Kendavê ku piranîya xelkê wê Sunnî ne dixwazin ku kêmanîya Sunnî li Iraqê baştir bêne parastin.

Piştî danûstandinan li Rîyad xanim Rice çû Kuweytê bo kombûnê digel wezîrê derve yêt Civata Hevkarîya Kendavê û herwisa yêt Urdunê û yêt Misrê.

Xanim Rice bizavê diket bo wergirtina piştevanîyê bo stratejîya nû ya serok Bushî bo Iraqê.

Bi alîyekî dî ve Îran mandel û haşa diket ku ji Erebistana Suudî xwastibît da navberîyê bo biket digel Amerîka. Ragihandina Îranî dibêjît peyivdarê wezareta derve got ku ev pêzanîne rast nîne.

Roja duşembî raportêt dengûbahsa gotibû ku serokê nûnerêt Îranê bo danûstandina bo bernameya wê ya navokî Alî Larîcanî di seredanekê de bo Rîyad ji karbidestêt Suudî xwastibû da navberîyê digel Amerîka biken bo çareserkirina jêknegirtinêt navbera herdu welatan.

Erebistana Suudî û Amerîka herdu ev raporte mandel û haşa kirîye.

Di konferanseke rojnamevanî de evro li Rîyad wezîra derveya Amerîka Condoleezza Rice got pêdivî bi çi navberîkirinê nîne û got giriftarîya Îranê digel Nateweyêt Yekgirtî ye ne digel Washington e.

Herwisa wezîrê derve yê Erebistana Suudî Suud El Faysal jî ew raport haşa kir.

XS
SM
MD
LG