Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Kurd bi serbazên Tirkan re şer kirin: 4 kes hatine kuştin


Karbidestên tenahîyê dibêjin sê serhildayên Kurd û serbazekî Tirk sêşema îro di şerrekî de hatine kuştin li başûra rojhilata Tirkîyê.

Karbidest dibêjin şerr di navbera hêzên tenahîya Tirkîye û serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), li nêzî bajêrê Dîyarbekirê derketîye. Şerrên di navbera hêzên Tirka û serhildayên Kurd de, ku ji bo otonomîyê şerr dikin zêde ne li vê herêma ku piranîya gelê lê dijî Kurd in.

Roja duşemê dîsa li vê deverê di şerrekî de du serhildayên Kurd hatibûn kuştin.

PKKê di meha 10-Cotmehê de agirbesteke yekalî ragihandibû lê belê Tirkîye berbayî wê agirbesê nakeve.

Serhildayên Kurd ji sala 1984an û virdaye ji bo otonomîyê şerr dikin. Ji ber vî şerrî heta niha zêdeyî 37 hezar kes hatine kuştin.

Tirkîye û Welatên Yekgirtîyên Amerîka dibêjin PKK rêxistineke terorîst e.

XS
SM
MD
LG