Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi teqîna bombeyên li derveyê zanîngeheke Bexda 65 kes hatin kuştin


Bi teqîna du bombeyan li nêzî zanîngeheke li Bexdayê bi kêmîve 65 kes hatin kuştin û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn.

Karbidestên Iraqê dibêjin sêşema îro dema ku xwendekar ji zanîngeha Mustansiriya derdiketin pêşî otomobîleke bombebarkirî hatîye teqandin û li du wê êrîşbirek xwekujî xwe bi ser zanîngehê ve teqandîye.

Serok wezîr Nurî El Malîkî suc dixe ser stuwê bi gotina wî "terorîstan û piştevanên Saddamî." Ew dibêje ev êrîş têkilî îdam kirina roja duşemê ya herdu alîkarên Saddamî ne.

Ji alîkî din ve bi kêmîve 29 kes di hin êrîşên din de hatine kuştin li derûdora Bexdayê ku yek ji wan êrîşa ser bi mizgefteke Sunnîyan ve ye.

Leşkerê Amerîka dibêje çar serbazên Amerîkî roja duşemê bi teqîna bombeyeke li kêleka rê veşartî hatine kuştin.

Raporteke nû ya Neteweyên Yekgirtî dibêje par li seranserê Iraqê zêdeyî 34 hezar kesên ji xelkê sîvîl di tundûtûjîyê de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG