Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanîyê Robert Gates rewşa li Afganistanê nirxand


Wezîrê berevanîya Amerîka dibêjit qanûndanerêt Amerîkî li Afganistanê pêşnîyaz dikin ku jimara serbazêt Amerîkî li wî welatî zêde biken.

Li domahîya seredana xwe ya du rojî li Afganistanê wezîrê berevanîyê Robert Gates got heke karbidestêt Pentagon pêdaçûn bi destûdarî kir û biryar da ku pêdivî bi jimareka dî ya serbazan heye ew dê piştevanîyê li wê daxwazê ket.

Karbidestêt Amerîkî û Afganî huşdarî da û got çavere diken li heyvêt bên hêrîşêt Taliban zêde bibin.

Li sala 2006 bi hêrîşêt Talîban nêzîkî 4000 kes li wî welatî hatine kuştin ku bi xwîntirîn hêrîşbûn ewên li sala 2001ê.

Wezîrê berevanîyê Robert Gates roja sêşembî aloz bûna xwe dîyar kir li ser zêdebûna hêrîşêt bi ser tixubî rayêt milîtanan ji Pakistana cîran bo nav Afganistanê.

Karbidestêt Leşkerê Amerîkî dibêjin nexşêt kiryarêt Talîban bahra pitir li Pakistanê têne danan.

XS
SM
MD
LG