Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General Casey li ser plana nû ya Iraqê geşbîne


Qumandarê leşkerî yê Amerîkî yê ku wezîfa wî li Iraqê bi domahî têtin, George Casey got ew bawer diketin nexşeyê nû yê Iraqê û Amerîka heta meha 7 yan 8 destûdarêt Bexdayê tena neket.

General Casey got eger destûdarê rê da, pitir ji 20 hezar serbazên nû yêt hatine hinartin bo Bexdayê, dê derengîya vê havînê vegerine Amerîka.

Belê wî got jî, encamên kiryarên nû yên parastinê dê li du heta sê mehên din xuya bikin.

Qumandarê leşkerê Amerîkî ev têbînî dan piştî danûstendinan, îro eynî digel wezîrê berevanî yê Amerîka Robert Gates, li bajêrê Besre yê li başûra Iraqê.

Ji cem xwe wezîrê Amerîkî got Iraq di qonaxeke bi zehmet da ye û sernekeftina nexşeyê başkirina rewşa tenahîyê dê zîyanê bigehînete berjewendîyên Amerîka.

Çend saetan berî gehîştina wezîrê berevanîya Amerîka bo Basra, şeş serbazên Brîtanî brîndar bûn, di jimareke hêrîşên gulletopan de dijî bingehên wan.

XS
SM
MD
LG