Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîlê sed milyon dolar ragirtîyên baca Felestînê dan Mehmud Abbas


Îsraîlê 100 milyon dolarên ragirtî yên baca Felestînê dane serokê Felestînê Mahmud Abbas.

Eva cara yekê ye ku di demê deh mehan de ev parê gumrukê bête veguahastin jibo Felestînîyan.

Îsraîl dibêjît ew pare dê bo alîkarîyên mirovanî bitin li Kenara Rojava û li Xezze û herwisa bo qeyyîm kirina hêzên parastinê yên ser bi birêz Abbas ve.

Îsraîlê parê bacê li şuna desthelatdarîya Felestînê kom dikir, belê piştî komela Hamas li meha 3-Adarê desthelata hikumetê wergirtî, Îsraîlê ew pare ragirtî.

Komela milîtanêt Îslamî Hamas razî nebû pênasînê bi Îsraîlê biketin û dev ji tundutujîyan berdet.

Îsraîlê divêtin helwesta birêz Abbas û komela wî Feth mukin biketin di şerê desthilatê de digel Hamas.

XS
SM
MD
LG