Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kolonêlekê Iraqî li Musil hat kuştin


Li Iraqê bi kêmî 10 kes ji layê xirapkaran hatin kuştin, ji wan karbidestekê bilindê leşkirê Iraqî û serbazekê Amerîkî.

Desthelatdarêt Iraqî dibêjin kolonêlekê Iraqî li peqîna bombekê li bajêrê Musil hat kuştin.

Herwesa li zincîreka hêrişêt xirapkarî li seranserî welatî bi kêmî heşit kes hatin kuştin ku hefit ji wan welatîyêt sivil bun.

Li beyannamekê da leşkirê Amerîkî ragehand ku li peqîna bombeka ser şeqamê li bakora Bexda serbazekê Amerîkî hat kuştin.

Karbidestêt leşkirê Amerîkî herwesa girtina 25 gumanlêkirî yêt tîrorist ji layê hêzêt hevalbendî ragehand.

XS
SM
MD
LG