Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran rê nedaye 38 lêvekolên NY werin nav welatê wan


Ragihandina dewletê li Îranê dibêjît hikumetê rêk nedaye 38 lêvekolên Neteweyên Yekgirtî ku biçine Îranê bo vekolînên li ser bernama wê ya navokî.

Ajansa Peyamnêt Xwendkaran ya Îranî li ser zarê endamekî serekî yê parlamanê vegerîyave dibêjît Tehranê Ajansa Hêza Atomî ya Navnetewî agahdar kirîye li ser biryara xwe û rêkê nadete wan lêvekolan biçine Îranê.

Alaeddin Bruceldî got ev biryare li du qanuneke nû hatîye dan ku ji hikumetê dixwazît hevkarîya xwe digel Ajansa Hêza Atomî ya Navnetewî bigohirît.

Parlamanê Îranê li meha buhurî ew qanun derbaz kiribû wekku bersivekî li ser biryareke Civata Tenahîyê ya Neteweyêt Yekgirtî ku tole li ser Îranê danayn.

Ev tole hatine danayn piştî Tehran razî nebûy zaxkirina uranyumê rabigrît.

XS
SM
MD
LG