Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush evşev gotara xwe ya salane dixwîne


Serok Bush xwe ji bo gotara xwe ya salane ya evşev amade diket. Li demê serokatîya wî ew dê bibîte yekemîn gotara wî ji bo kombûna hevbeş ya herdu Civatên Kongresê jêrdestê Partîya Demokrat, dijberên serok Bushî.

Peyivdarê Koşka Sipî Tony Snow got serok dê li gotarê balê bidete ser babetên ji xelkî re girîng; wek saxberî û tendurustîyê, perwerde û guhertina sîstema mişextî û penaberîyê.

Wî got Bush dê herwisa bi germbûna giştî ya dinyayê û pêwîstîya peydekirina jêderên dî yên hêz û têhnê jibo hewceyî ya welatî biaxivît.

Çaverê tête kirin ku Bush herwisa behsê stratejîya xwe ya nû li Iraqê biket ku Demokrat û herwisa hindek ji partîya wî, ji Komarîyan bixwe jî bi gumaneke mezin lê dinihêrin.

Bersiva Partîya Demokrat ji bo gotara salane ya serok Bushî dê senatorê nû hilbijartîyê wîlayeta Virginiayê Jim Webb bixînît. Webb dijberekî xurt yê rêbazên serok Bushî li Iraqê ye û kurê wî jî li Iraqê serbaz e.

Hemî televîzyonên nûçeyan yên Amerîkî dê gotara serok Bushî bi zindî belav biken û herwisa Dengê Amerîka jî dê li bernameyên xwe, herwisa li ser malperên xwe yên înternetê wê gotarê belav biket. Nav û nîşanên malpera înternetê ya Dengê Amerîka bi vî awayî ye: www.voanews.com

Gotar li saet 9a evşev, li ser demê Washingtona paytext destpêdiket. Pişka Kurdî dê li bernameya xwe ya 12ê nîvêşevê ya bi dema Washingtona paytext, dê bi dirêjî li ser wê gotara salane ya serok Bushî bernameyan belav biket.


XS
SM
MD
LG