Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush gotara xwe ya salane xwend


Serok Bush gotara xwe ya salane li ser rewşa welatî xwand û ji Kongresê xwast da derfetê bidete stratejîya wî ya nû li ser Iraqê, karê xwe biket.

Rêzdar Bush di gotara xwe da şeva sêşembî got divîya em li Iraqê neşkên û got biryara wî ya bo hinartina pitir ji 20 hezar serbazêt dî, dê pitir derfetê bidete bo serkeftinê.

Partîya Demokrat ku nûke Kongresê kontrol dikin û hindek endamên Kongresê ji Partîya Komarî ya serok Bush şik û gumanê li stratejîya wî dikin.

Rêzdar Bush got endamêt Kongresê dengêt xwo bo şikestinê nedabûn demê li sala 2003, biryar dayî ku Iraq bête dagirkirin. Wî huşdarî da heke hêzêt Amerîkî bêne vekêşan berî vegerandina tenahîyê bo Bexda, dê tundrê hikumeta Iraqê ladin û kêşe dê li hemî Rojhelata Naverast belav bit. Lê herwisa wî got pêgirtina Amerîka li Iraqê heta heta nabit.

Rêzdar Bush got hêjta Amerîka di şerrî da ye heta ku terorist nexşa dikêşin bo kuştina xelkê bê guneh û got Amerîka parastina xwo baştir diket bo harîkarîya welatêt dî yêt nermrê û guhorînxwaz li Rojhilata Naverast.

XS
SM
MD
LG