Lînkên eksesibilîtî

Li Iraqê 30 xirabkar hatine kuştin


Hêzên Amerîkî û Iraqî şerrê çekdara kir yêt ku li avahîyêt bilind li cadda Heyfa li Bexda ku bingeheke xirabkarêt Erebêt Sunnî xwo veşartibû.

Karbidestêt Iraqê dibêjin evro 30 xirabkar hatine kuştin û bikêmî ve 27 kesêt dî hatine girtin li wê kiryara leşkerî ku bi hêrîşa Tomahawk-11 tête nasîn.

Di belavokekê de Amerîka dibêje serbazekî Amerîkî evro li kiryareke leşkerî li Bexda hatibû kuştin lê nabêje ew serbaz li hêrîşa li cadda Heyfa hatibû kuştin.

Li wê kiryarê du kesêt dî brîndar bûbûn. Leşkerê Amerîkî dibêje di wê kiryarê de embareka çekan hatibû dîtin.

Leşkerê Amerîkî got li vê kiryarê hêrîş li ser çend armancê tête kirin bo bersîng girtina milîşîya û vegerandina desthilatê bo hikumeta Iraqê li wê deverê, li bakûra devera Kesk ku gelek nobetdarî lê tête kirin.

Bi alîyekî dî ve leşkerê Amerîka got roja sêşembî di şerrekî de li parêzgeha Ambar, li rojava payetextî du serbazêt marîn hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG