Lînkên eksesibilîtî

Senator Biden dixwaze misogerkirin hebin li ser alîkarîyên bo Iraqê


Senatorê Demokrat Joe Biden dibêjît ew dixwazît misogerkirin hebin li ser her daxwazeka nû bo harîkarîya Iraqê, ku nebine eger bo pitir parexwarinê anjî zêdekirina xirabkarîyê li Iraqê.

Hejî gotinê ye ku pişkek ji stratejîya nû ya serok Bushî ew e ku yek milyar û dused milyon dolarêt dî harîkarîyê bidin bo avakirinevê li Iraqê.

Komîteya Têkelîyêt Derve ya Civata Senatorêt Amerîkî biryarek derbas kir ku dijî nexşa serok Bushî ye, bo hinartina pitir hêzêt Amerîkî bo Iraqê.

Roja çarşembî endamêt Komîteyê dengdan li ser wê biryarê kir û bi 12 dengan beramberî 9 dengan biryar derbaz bû, lê şert nîne pêgirtin bi biryarê bête kirin.

Biryar dibêjît hinartina pitir hêzêt Amerîkî bo Iraqê berjewendîya me ya niştimanî têda nîne.

Biryar e ku li heftîya bêt endamêt Civata Senatoran li ser wê biryarê biaxivin. Herwisa çaverê tête kirin ku Civata Nuneran jî biryareka wesa derbaz biket.

Cîgirê serokî Dick Chaney got ev biryare hinartina pitir serbazan bo Iraqê narawestînit û got divîya Amerîka ew bêhnfirehî hebît heta karê xwe li Iraqê bidomahî tînît.

XS
SM
MD
LG