Lînkên eksesibilîtî

Rêzdar Mihemmed Uzun di bernameya Hello Washington da kuştina Hrant Dink nirxand


Îna îro, 26ê meha 1 ya sala 2007, di bernameya Hello Washington ya Pişka Kurdi ya Dengê Amerîka da, ku bi rêyeke zindî tê belav kirin, nivîskarê rêzdar, Mihemmed Uzun û rêvebir û nivîskarê rojnama "Yuksekova Haber" ji navçeya Gevera Hekkarî-Colemergê birêz Necîp Çapraz li ser kuştina rojnamevan Hrant Dink û rewşa dawî ya li Tirkîye, nihêrtinên xwe anîn zimen.

Ev bername li 12ê nîvro yê bi dema Washington destpêkir û nêzî seatekê domîya.

Di destpêka bernamê de rêzdar Uzun guhdaran ji rewşa dawî ya sihheta xwe û nexweşîya xwe agahdar kir û got ew vêga gelekî baş e, li ser pîya ye, encamên test û ceribandinan gelekî baş derketine û bi gotina wî Dîyarbekir jê re bûye şîfa.

Rêzdar Uzun got; "Ez bi wasita we dixwazim minnetdarîya xwe ji gelê Kurd re berpêş bikim. ez spasdarî milletê Kurd im ku bi her tiştên xwe rabû ser pîyan di dema nexweşîya min de û alîkarî li min kir bi duayên xwe, bi mewludên xwe, bi hezkirin û evîna xwe her tim bi min re bû, ew ji bo min bû qiwetek gelek mezin ku ez bikaribim li hember vê nexweşîya geddar şerrekî û berxwedanekî li dar xim."

Di berdewama bernamê de birêz Uzun ji bo Hrant Dink got: "Ew însanekî gelekî girîng bû, hem ji bo civata Ermenîya, hem jibo Tirkîye hem jî jibo Kurdan; ew însanekî humanîst bû lê gotina wî jî herwisa bi qiwet bû. Wî tucarî xwe neda paş, her tim çi ji dilê wî dihat bi xurtî digot û gotina wî jî her tim dicîh da bû. Însanekî ku di tekoşîna demokrasîya Tirkîyê da cîyê wî gelekî girîng bû û însanekî ku her tim piştgirîya daxwaz û doza Kurdî dikir."

Li ser kuştineke bi vî awayî rêzdar Uzun rewşa li Tirkîye nirxand û got: "Li Tirkîye dibe ku her tişt bibe, di demên buhurî de buyerên gelekî krêt gelekî hov bûne. Ez niha hêvî dikim ku tenê bi vê bûyerê bila mesele derbaz bibe û bimîne lê eger evaya bibe gavek yekemîn ya bernameyeke dûr û dirêj, hingê gelek kesê, îhtîmal e bên kuştin û îhtîmal e Tirkîye bêtir tevîhev bibe . Wisa tê gotin ku hêzên tarî yên nav dewletê alozîyek gelek xurt dixwazin, ji ber ku hilbijartin di bernama Tirkya da ye. Heta çend meha hilbijartina reîsîcumhur heye û piştî wî jî hilbijartina giştî heye. Hêzên tarî dixwazin ku alozîyek gelek xurt çêbe, ku nijadperestî û milîtarîzm biserbikeve di van hilbijartinan de."

Rêzdar Çapraz jî dibêje belê girtina vî kesî tişktekî balkêş e, baş e lê belê gelek bûyerên bi vî awayî bûne û ka gelo çend kes hê nehatine girtin û ew bûyer derneketine holê.

Herwisa rêzdar Necîp Çapraz behsa nivîsa xwe ya li ser bajêrê Trabzonê kir. Trabzon ew bajêr e ku ew kesê ku dibêje wî Hrant Dink kuştîye, xelkê vî bajêrî ye û herwisa ew cîh e ku par qeşeyek lê hatibû kuştin.

Rojnamevan Çapraz dibêje "Her çewa ku em dibêjin rêya Yekîtîya Ewropa ji Dîyarbekirê derbaz dibe, em dikarin bêjin rêya Yekîtîya Ewropa ji Trabzonê derbaz nabe." Dibêje bi dîtina min li vî bajêrî kombûnek heye ku jêre dibêjin Turk Îslam û komeleyeke nijadperest in, heke vekolînek li ser vê kombûnê bê kirin dibe ku hin tişt derkevin holê bi taybetî bi rêya ji kar derêxistina walî ango fermandarê vî bajêrî û herwisa rêvebirê emnîyetê dibe ku hin tişt bên rohn kirin. Rêzdar Çapraz di wê bawerîyê de ye ku kuştina Hrant Dink wê nebe bûyerek bitenê, dibêje bi texmîna min hin nivîskar û rewşenbîrên din yên Kurd wek mînak, di nav armanca wan de ne.

Dema ku rewşa Kurdan li Tirkîye û tevgera wan dinirxand rêzdar Uzun xebata Hrant Dink wek mînak nîşan da û got: "Hrant Dink hem ji bo Ermenîyan dixebitî hem jî di Tirkîye de û li dinyayê navekî girîngê tevgera demokrasîyê bû. Em Kurd jî divê wiha bikin; hem jibo tevger û doz û dawa Kurdî bixebitin, lê doz û dawa û xebata xwe di eynî wextê da bikin tevgerek Tirkîyê û dunyayê jî; ji dunyayê dûr û îzole tevger girênedin."

Rêzdar Uzun di wê bawerîyê de ye ku ev çendên dawîyê di nav tevgera Kurdî de gelek tiştên nû qewimîne bi taybetî bo rêberîya Kurdan û dibêje ev hêvî dide merivan ku tevgera Kurd jî li ber guherînê ye li ber modernîzasyoneke nûh e."

Di dawîya bernamê de birêz Uzun got heke Kurd ji dunyayê, ji xelkê guherînê, modernîzasyonê û demokrasîyê dixwazin lazim e di nav xwe de jî ev yek bînin cîh.

Guhdar û xwendevanên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, heke ku hun bixwazin li dirêjahîya vê bernamê û gotinên birêz Uzun guhdarî bikin, hun dikarin li jor nivîsa bi rengê şîn ku dibêje "Li bernama Hello Washington guhdarî bike" bitiqînin. Ev bername herwisa li ser malpera me her heftî li ser vê navnîşanê tê belav kirin: http://www.voanews.com/kurdi/hello_washington.cfm




XS
SM
MD
LG