Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestekê Şî’e yê hikumetê Bexda hat kuştin


Polîsê Iraqî ragehand ku li zincîreka hêriş û peqîna li Bexda jimareka kesa hatin kuştin, ku yek ji wan karbidestekê Şî’e yê hikumeta Iraqî ye.

Polîsî ragehand ku çekdara li taxê Yermûk li Bexda buseyek bu otombîla rêveberê giştî yê wezareta pîşesazî ya Iraqê Adil Ebdul Muhsin El-Lamî dana. Li wê hêrişê Lamî, kîja wî, şûfêr û nubetdarê wî hatin kuştin.

Herwesa li peqîna bombekê li bajêrê Sedr li Bexda bi kêmî çar kes hatin kuştin.

Li başora rojavaya Bexda, bi hezaran polîs û serbazêt Iraqî bu bajêrê Kerbela hatîne veguhastin bu parastina tenahîyê li rêwresma Aşûra li vê heftîyê.

XS
SM
MD
LG