Lînkên eksesibilîtî

Bu roja çarê ser yek şer u lêkdan nêvbera çekdarêt Hemas û Fetih berdewame


Bu roja çarê ser yek şer u lêkdan nêvbera çekdarêt Hemas û Fetih li devera Xeze berdewame.

Demekê zu roja yekşembî, çekdara bombek li dervey mala nobetdarekê karbidestê parastin yê Fetih, Mehmûd Dehlan, peqand lê çi zîyan nebun.

Tond û tîjî herwesa gehiştîye Kinara Rojava. Li bajêrê Nablus çekdarêt Fetih karbidestekê xwecihî yê Hemasî revand.

Serok wezîrê Felestînî Ismael Henîye daxaz li hemî Felestînîya kir da çekêt xwe danên û dan û standinê biken.

Nizîkî 25 kes li şer û lêkdanêt vê dawîyê nêvbera giropêt Fetih û Hemas hatin kuştin ku hêvarîya roja pêncşembî dest pêkir.

XS
SM
MD
LG