Lînkên eksesibilîtî

Li Iraqê zêdeyî 50 kes hatin kuştin


Sêşema îro, bombehilgiran li du bajêrên Şî'eyan xistin ku di encamê de zêdeyî 50 kes hatin kuştin.

Zêdeyî 30 kes li bajêrokê Mendelî ku li nêzî sînorê Îranê ye û li nêzî Xaneqîn hatin kuştin dema ku ev kes di Aşure ya roja pîroz ya Şî'eyan de îbadetê dikirin.

Gelek kesê din jî birîndar bûne.

Li Bexdayê jî bi kêmîve 5 Heccacên Şî'e hatin kuştin dema ku buse li ser otomobîla wan hat danan. Herwisa li paytextê muşekekê li taxeke Sunnîyan xist û pê bi kêmîve 10 kes hatin kuştin.

Bi hezaran serbaz û polîsên Iraqê li dora bajêrê Kerbela hatine bicîh kirin ji ber ku li vê derê nêzî du milyon heccacên Şî'e ji bo Aşurê civîyane.

XS
SM
MD
LG