Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Amerîkî rola Îranîyan nirxandin di hêrîşên Iraqê de


Karbidestên Amerîkî peyivîn li ser raportên ku digotin Washington lêkolînê dike li ser desthebûna Îranê, li wê hêrîşa ser bi Iraqê ve ku bûbû egera kuştina pênc serbazên Amerîkî.

Mezine karbidestekî li Wezareta Derve ya Amerîka dibêje bixwe di destê me de agahîyeke wisa tuneye ku em bêjin destê Îranê tê de heye û ji bo gotina raportan jî got wan ''texmînê kirine.''

Peyivdarê Qesra Sipî Tony Snow got ew bixwe tu tişketî nabêje li ser bi gotina wî "gumana"li ser desthebûna Îranê di êrîşa roja şemîyê de li Kerbela

Rojnama The New York Times û CNN di raportên xwe de gotibûn ku Wezareta Parastinê dike ku lêkolînekê bike ka gelo destê Îranê an jî destê êrîşbirên ku Îranê ew hîn kirine di wê êrîşê de heye an na.

Leşkerê Amerîka got êrîş bi şêweyeke şareza hatîye kirin ku êrîşbiran cil û bergên leşkerê Amerîkî li ber kiribûne û otomobîlên ku diajotin jî dijbûn yên ku hêzên Amerîkî lê suwar dibûn.

XS
SM
MD
LG