Lînkên eksesibilîtî

Li başûra Bexda bi kêmîve 45 kes hatin kuştin


Polîsêt Iraqî dibêjin bikêmîve 45 kes evro hatine kuştin bi hêrîşêt xwekuj li başûra Bexda.

Karbidest dibêjin 150 kesêt dî brîndar bûne demê bikêmîve du otomobîlêt bombekirî di nav bazarekê qelebalix da li Hille peqîn, 100 kîlometre li başûra Bexda.

Li Bexda bixwe, polîs dibêjin pitir ji 10 kesa hatîne kuştin bi peqandina hêrîşêt dî. Şeş kes bi peqîneke dî hatine kuştin dinav basekê da li devera Kerrade û bi peqandina otomobîleke bombekirî li bazarekê qelebalix li paytextî bi kêmîve sê kes hatine kuştin.

Wezareta Navxweya Iraq got nêzîkî 2000 kesêt medenî li meha buhorî anku li meha 1 hatîne kuştin, bi zêdegavîyêt tîreyî û bi hêrîşêt xirabkaran li seranserê Iraqê.

XS
SM
MD
LG