Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mezine karbidestên Amerîkî huşdarîyê didine Îranê


Karbide stêt mezin yêt Amerîkî huşdarîyê didine Îranê da harîkarîya xirabkaran li Iraqê rawestînît ku teknolojîya çekan didete wan.

Harîkarê Wezîra Derve Nicholas Burns dibêjît hêzêt Amerîkî hindek Îranî girtîne bi gumana gehandina teknolojîya pêşkeftî bo peqandinan bo komelêt xirabkarêt Şî'e li Iraqê.

Dîplomatê Amerîkî ew têbînî evro dan di hevpeyvînekê de digel Radyoya Niştimanî ya Amerîkî û got destûdar gelekî xeter e.

Rêzdar Burns got peyama Amerîka ewe ku divîya Îran rawestît û berdewam nebît û got eve nêzîkî du salan e Amerîka zêrevanîya desthebûna Îranê diket û pitir belge hene ku Îran harîkarîya komelêt Şî'e diket li başûra Iraqê, ku nuke li seranserê Iraqê kiryaran diken; yek ji wan li Bexda bixwe.

XS
SM
MD
LG