Lînkên eksesibilîtî

Robert Gates: "Amerîka li ber nîne biçîte şerrê Îranê"


Wezîrê Berevanîya Amerîkî Robert Gates dibêjît Amerîka li ber nîne biçîte şerrê Îranê.

Rêzdar Gates evro li Pentagon gote peyamhinêran ku Amerîka bizavêt diket bersîngê Îranê bigrît li ser piştevanîya wê bo xirabkaran li Iraqê û bo rawestandina zaxkirina uranyumê.

Niha Pentagon gemîyeka duwê ya firoke-hilgir hinarte Kendavê.

Bi alîyekî dî ve senatora Demokrat Hillary Rodham Clinton dibêjît divîya Amerîka bijara leşkerî li pêş çava bît dijî Îranê.

Duhî li New York gote komeleka ku loby bo Îsraîlê diket ku divîya rêkê neden Îranê çekên navokî hebin.


XS
SM
MD
LG