Lînkên eksesibilîtî

Li peqîneka Bexda bi kêmî 121 kes hatin kuştin


Polîsê Iraqê ragehand ku li hêrişeka xwekujî li bazareka Bexda nizîkî 121 kes hatin kuştin û pitr ji 200 kesêt dî birîndar bun.

Li Kerkuk ya bakora Iraqê û li heşit peqîna bi kêmî çar kes hatin kuştin û nizîkî 40 kes birîndar bun.

Polîsê ragehand ku yek ji peqîna nizîkî baregehê Partîya Dîmokrata Kurdistanê ya Mesûd Barzanî, serokê herêma Kurdistanê, cêbu.

Her li bakora Iraqê, desthelatdar dibêjin xirapkara çar komandoyêt polîsê li bajerokê Samera kuştin.

Ev hêrişeş hevdemin digel daxaza oldarê Şî’e ayetollah Elî El-Sistanî bu bidumahî înana tond û tîjîya tayfî.

XS
SM
MD
LG