Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li zincîreka hêrişa li Iraqê bi kêmî 13 kes hatin kuştin


Polîsê Iraqî ragehand ku li zincîreka hêrişa roja yekşembî bi kêmî 13 kes hatin kuştin, rojek piştî mirina pitr ji 130 kesa li yek ji xînavîtirîn hêrişa li Iraqê ewêt dest pêkirna şerî li sala 2003.

Çar polîs li bajerokê El-Qesre li bakora Bexda hatin kuştin piştî bombek nizîkî karwanê wan peqî.

Herwesa li paytextê bombek li stasyoneka otobîsa peqî, çar kes hatin kuştin û hefit kesêt dî birîndar bun.

Ji layekê dîve, karbidestêt leşkirê Amerîkî ragehand ku her çar helîkopterêt li du heftîyêt burî li Iraqê keftine xar we pêdiçît ku hatibine bervedan.

XS
SM
MD
LG