Lînkên eksesibilîtî

Komandarekê Talîbanê li Afganistanê hat kuştin


Karbidestêt NATO dibêjin li hêrişeka asmanî rêberekê bilindê Talîbanê li Afganistanê hat kuştin.

Peyvdarê NATO kolonêl Tom Collins dibêjin komandarê Talîbanê Mella Xefûr û jimareka şerkerêt Talîbanê roja yekşembî nizîkî bajerokê Musa Qela li herêma Helmand hatin kuştin.

Karbidestêt NATO dibêjin wan ew hêriş bi hefkarîya hêzêt hikumeta Afganî encam daye.

Rîneştevanêt xwecihî dibêjin bi sedan çekdarêt Talîbanê şeva pêncşembî ew bajerok kontrol kir, rêberêt xwecihî girtin û alayê xwe bilind kir.

XS
SM
MD
LG