Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Pakistanê Pervez Muşerref evro li Îranê ye


Serokê Pakistanî Pervez Muşerref evro li Îranê ye da li ser pêşnîyazekê biaxivin li ser çareserkirina kêşeya Rojhilata Naverast.

General Muşerref dê gel serokê Îranê Mahmud Ahmedînejad kombît û herdu rêber dê li ser pirsa rakêşana borîyeke gaza xurristî axivin ku çend milyar dolar dê lê çin û dê navê wê kine "Xetta Borîyêt Aşitîyê" ku gazêt xurristî ji Îranê digehîtîne Hindistanê, di rêka Pakistanê ra.

Çaverê tête kirin ku rêberê Pakistanê biçîte seredana Tirkîyê jî.

Di geryaneka xwe da vê domahîyê li Rojhilata Naverast, General Muşerref daxwaza pêkînana komeleka welatêt Misilman kir bo çareserkirina kêşeya devera Felestînîyan û Iraqê û Libnanê.

XS
SM
MD
LG