Lînkên eksesibilîtî

Malikî ferman da ku tedbîrên tenahîyê bilez bên cêbicê kirin


Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî ferman da qumandarên Iraqê ku amadekarîyên bo tedbîrên tenahîyê yên bi piştgirîya Amerîka li Bexda bileztir bikin.

Roja sêşemê di gotareke xwe ya bo qumandaran de rêzdar Malikî piştrast kir ku plan "piçekî bi derengî ketîye" û ji leşker xwestîye ku xwe zutir amade bikin.

Li gorî plana nû ya tenahîyê wê 90 hezar serbazên Amerîkî û Iraqî tevî hev di tax û kolanên Bexda da nobetdarîyê bikin ji ber ku li wan deran bi sedan kes di van rojên dawî de hatine kuştin.

Hikumeta Îranê jî roja sêşemê got ew Welatên Yekgirtîyên Amerîka berpirsyar dibînin di revandina dîplomatekî xwe de roja yekşemê li Bexda ku ji alî çekdarên ku cilên leşkerê Iraqê li xwe kiribûn hatibû revandin.

Peyivdarekî Îranê got têklatîya revînkaran bi Wezareta Berevanîya Iraqê ve hebûye ku bi gotina wî ''ew wezaret li ber destê hêzên Amerîkî kar dike.''

Peyivdarekî leşkerê Amerîkî jî got tu têklatîya Amerîka û wê bûyerê bi hev ve tuneye.

XS
SM
MD
LG