Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bexda kiryara parastinê destpêkir


Kiryareke parastinê ya Amerîkî û Iraqî ku ewey li mêj e biryar bo bête kirin li Bexda destpêkirîye bo bidomahî înana hêrîşan ku li rojêt vê domahîyê bûyne egera kuştina bi sedan kesan.

Peyivdarê Leşkerê Amerîkî General William Caldwell piştrast kir ku kiryara parastinê destpêkirîye.

Peyivdarekî Wezareta Berevanîya Amerîkî Bryan Withman got heta heyva 5-Gulanê, dê jimara hêzêt leşkerî li Bexda zêde ken.

Hêza leşkerî herwisa piştrast kir ku helîkoptereka veguherstina hêzêt marîn evro li bakûra rojava Bexda kefte xwarê.

Komeleka xirabkaran ya Sunnîyan ya ser bi El Qaîde li ser înternetê dibêjit ku wê ew helîkopter êxistibû xwarê. Îddîaya wê komelê hêjta bi awayeke serbixwe nehatîye piştrast kirin.

Ajansêt peyaman li ser zarê karbidestêt berevanîya Amerîkî radigihînin ku her heft suwarêt wê helîkopterê hatibûne kuştin.

Wezîrê Derveyê Iraqê dibêjît çar efserêt leşkerê Iraqê hatine girtin jiber revandina dîplomatek Îranî vê heftîyê. Wezîrê Derve Hoşyar Zêbarî evro gote rojnamevanan li Bexda, her çende her çar zilam efserêt leşkerî ne, lê we dîyar bû ku pêywendîyê bi hikumetê ve nebû û got pirsyar ji wa zilaman hatîye kirin ka kê ferman dabû ku wê revînkarîyê bikin.

Çekdaran bi cilkên leşkerê Iraqê, roja yekşembî cêgirê balyozê Îranê Celal Şerefî revandibû. Îranê gotibû ku Amerîka bi silametîya wî dîplomatî berpirsyar diket.

Peyivdarekî Îranê got revînkar serbi Wezareta Berevanîya Iraqê ne ku bi gotina wî li bin zêrevanîya hêzêt Amerîkî kar diken. Amerîka înkar û haşa kir ku pêywendî bi wê serhatîyê hebit.

XS
SM
MD
LG