Lînkên eksesibilîtî

Li Iraqê karbidestekî mezin hate girtin


Leşkerê Amerîkî dibêjît hêzêt taybetî leşkerê Iraqî karbidestekî mezin yê wezareta saxlemîyê girtîye û xetabar kirîye ku kesê serekî ye, rêkê didete milîtanê Şî'e bêne nav wezaretê da.

Belavnameka leşkerî navê karbidestî dîyar nekir lê got ew hatîye xetabar kirin beramberî kuştina birêveberê giştî yê wezaretê li parêzgeha Dyala. Belavnamê got guman li wî karbidestî tête kirin ku bi milyonan dolaran didete Leşkerê Mehdî yê melayê radîkalê Şî'e Muqtada El Sadr.

Belavnamê got wî karbidestî milîtan wergirtibûn da dezgehêt wezaretê bikar bînin bo kuştinkarîya tîreyî.

Peyivdarê wezareta saxlemîyê ew karbidest bi cîgirê wezîrê saxlemîyê Hakim Zamilî da nasîn.

Bi alîyekî dî ve karbidestêt parastina Iraqê dibêjin bi kêmîve 28 kes di hêrîşa da evro li seranserê Iraqê hatîne kuştin.



XS
SM
MD
LG