Lînkên eksesibilîtî

Rojnameyek dibêje Olmert vala kirin û çêkirina li nêzî Mescîdil Aqsa ranawestîne


Rojnameka Îsraîlî dibêjît serokwezîr Ehud Olmert daxwazeka Wezîrê Berevanîyê qebul nekir ku valakirinê û çêkirinevê li nêzîkî Mescîdil Aqsa li Urşelîm-Qudsê rawestînit.

Rojnama Haaretz li ser zarê ofîsa serokwezîrî vegerave dibêjît ew karê li wêrê têne kirin, çi zîyanê nagihîne çi kesan.

Li du gotina rojnamê Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Emîr Pîrêds roja çarşembî ew daxwaz bi nivîsîn ji serokwezîrî kiribû ku demûdest wan karûbaran rawestînin jiber ku heke alozî zêde bibin û destûdarêt parastinê xirabtir bibît.

Rêberêt Misilamana ji Îsraîlê xwestîye da karûbarêt çêkirneva pirekê nêzîkî El Haremil Muqaddes rawestînin û mizgefta El Aqsa li wêre ye û herwesa cîhê pîrozê 3. ye li nik Misilmanan û Qubbetil Sahra jî her li wêrê ye.

Misrê û Urdunê jî xwastîye ku ew proje bête rawestandin.

XS
SM
MD
LG