Lînkên eksesibilîtî

Petraeus: rewşa Iraqê metirsî dare lê hêşta hîvî heye


Komandarê nu yê leşkirê Amerîkî li Iraqê, ceneral David Petraeus, dibêjit rewşa Iraqê metirsî dare lê hêşta hîvî heye bu başbuna rewşa wî welatî.

Ceneral Petraes roja şembî li rêwresmekê li bingehekê leşkirî nizîkî Bexda bi fermî dest bikar bu wekî komandarê hêzêt Amerîkî li Iraqê.

Hevdem, li çend taxêt Şî’a li Bexda bi kêmî heşit kesêt sivîl hatin kuştin li hêrişêt çekdarêt gumanlêkirî yêt Sunnî.

Polîsê Iraqê ragehand ku çekdara hêriş kire ser malekê li taxê Museyyib li başora Bexda û sê endamêt malbatê kuştin û du birîndar kirn.

Li navenda Bexda, otombîlek peqî û bi kêmî pênc kes hatin kuştin û 10 kes birîndar bun.

XS
SM
MD
LG