Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Batman û Dîyarbekirê tirsa Înfluenza Balindeyan


Li Tirkîye karbidestan peywendî digel gundekî û sê çandîngehan berbend kirîye li başûra rojhilata Tirkîye ji tirsa belavbûna vîrusa Înfluenza Balindeyan.

Karbidestan got ew dever çar in li parêzgeha Dîyarbekirê ne, piştî mirina hindek teyr û tewalên li wêrê.

Çi raportan behs nekirîye çi mirovan li Dîyarbekirê vîrus vegirtibît ku piranîya xelkê wê Kurd in li Tirkîye.

Karbidest mirîşkan û teyr û tewalêt dî vedikujin. Ev berbend kirina hatin û çûnê hate danan piştî 7 kes li Batmanê li nêzîkî wêrê çûne nexweşxaneyan ji ber dîyar bûna nîşan û berjengêt Înfluenza Balindeyan.

Hêjta jimara gundan li wê parêzgehê li jêr berbend kirina hatin û çûnê ne. Lê karbidest dibêjin wan 7 kesan vîrusa Înfluenza Balindeyan lê nebû.

XS
SM
MD
LG