Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Demokrat pêşnîyaza biryarekê amade kirîye


Rêberêt Partîya Demokrat di Civata Nuneran da ya Kongresa Amerîkî pêşnîyaza biryarekê amade kirîye dijî nîyaza serok Bushî bo hinartina pitir hêzêt Amerîkî bo Iraqê.

Çaverê tête kirin ku danûstendin li ser pêşnîyazê heta heftîyekê bikêşin û roja eynî dengdan li ser bête kirin û dê derfetê dine her 435 endamêt Civata Nuneran ku her yek ji wan heta pênc deqîqe bi axivît.

Ew pêşnîyaza biryarê ku şert nîne pêgirtin pê bête kirin nerazîbûna xwe dîyar diket li ser nexşa serok Bushî ku pitir ji 21 hezar serbazêt dî bihinêrte Iraqê. Lê herwesa piştevanîya xwe bo Hêzêt Amerîkî dîyar diket, yêt ku nuke li wêrê kar diken.

Li heftîya buhurî endamêt Partîya Komarî şîya bûn ku pêşnîyazeka dî ya weku vê li Civata Senatoran rawestînin.

Çaverê tête kirin ku ev pêşnîyaz bi sanahî li Civata Nuneran derbas bibît çunke jimareka nunerêt Komarî pişikdarîya Demokratan diken û dê dengê xwe den pêşnîyaza biryarê.


XS
SM
MD
LG