Lînkên eksesibilîtî

Koreya Bakûr razî bû ku pêngavan bavîje


Koreya Bakûr îro razî bû ku pêngavan bavîjît ber bi ladana çekên xwe yên atomîve bi dayêxistina navendên xwe yên karûbarên navokî di şêst rojan da berhemberî bêşa petrolê û alîkarîyên dî.

Wu Dawei nunerê bilind yê Çînê li wan danûstandinên li nav şeş welatên ku gehîştine wê rêkeftinê, dibêjît li du wê divêt Koreya Bakûr kome-navendên xwe yên serekî li Yongbyon dayêxît û wan cihan veket jibo zêrevanîya lêvekolên navnetewî.

Pyongyang divêt herwesa hemî kelûpel û dezgehên xwe yên atomî ragihênît, hesaba wan bidet. Li hemberê hindê Koreya Bakûr dê 50 hezar tonên nifta tîr wergirît û dê 950 hezar tonên dî yên petrolê bidenê eger ew jibo bi nîve nehêlana navendên xwe yên navokî pêngavan biavêjît.

Wezîra Derve Condoleezza Riceê pêdigihînî bi wê rêkeftina girîng kir û got ew destpêkeke baş e. Lê ew jî, kesên dî yên peywendîdarêm wan danûstandinan jî bi sengî dibêjin ew ne dawî ye.

Pyongyangê berî niha rêkeftin mor kirîne lê paşî xwe jê daye paş.

Bi çend saetan li dû wê ragihandina rêkeftina îro, ajansa nûçeyan Asociated Pressê gotina ajansa resmî ya nûçeyan ya Koreya Bakûr vegêra ku dibêjît ew rêkêftin bitenê rawestandineke berwext ya ragirtina dezgehên navokî yên Koreya Bakûr.


XS
SM
MD
LG