Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qumandarê Iraqî dibêje sînorê bi Îran û Sûrî re tê girtin


Qumandarê Iraqî yê bizava parastinê bi piştevanîya Amerîka li Bexda dibêjît, welatê wî dê tixubên xwe bi Îran û Sûrîyê ra bi kêmîve heta sê rojan dayêxît.

Generalê Iraqî Ebud Qembar li ser televîzyonê herwesa got demê qedexeya ji malê derkeftinê li Bexdayê dê li demjimêr 7a şevê destpêbiket.

Wî bi dirêjî behsa pêngavên parastinê kir, ji wan; vebirkirina bizavên giştî, lêgeryana li cihên giştî û malan û postê.

Qumandarî negot ka Iraq kengî sînorên xwe digel Îran û Sûrîyê dayêxît.

Ji alîyê dî ve karbidestên parastinê yên Iraqî dibêjin êrîşkerekî xwekuj lorîyeke bombebarkirî nêzîkî xwendîngeheke bilind li Bexdayê teqandîye û bikêmîve 15 mirov kuştîne û pêtir ji 30 kesên dî jî brîndar bûyne.

XS
SM
MD
LG