Lînkên eksesibilîtî

Libnanî bo bîranîna salvegera kuştina Hariri meşîyan


Bi hezaran piştevanên hikumeta Libnanî evro rêveçûnek li Beyrudê kir bi helkeftina salgera duwê ya kuştina serokwezîrê berê Refiq El Hariri.

Xwenîşanderan rêveçûn berev meydana şehîdan kir û alayêt Libnanî bilind kiribûn.

Peyivdarêt xwenîşandaran pişt şîşêt gullebend kirî daxwaz kir ku dadgeheka navnetewî bê pêkînan bo dadkirina dest hebûyî di kuştina rêzdar Hariri da.

Surya hatîye xetabarkirin bi desthebûnê di kuştina Refîq Hariri da li 14ê meha 2 ya sala 2005.

Karbidestêt Libnanî bi sedan serbaz û polîs belav kiribûn bo parastina xwenîşandanê û herwesa da xwe amade bikin heke çi zêdegavî bi qewimin dinavbera xwenîşandarên dijî hikumetê û yêt piştevanêt hikumetê.

XS
SM
MD
LG