Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reng e Rusya xwe ji peymaneke nehêlana çekan vekêşe


Ajansa peyamêt Rusî li ser zarê Generalekî mezin yê Rusî vegerave û dibêjît reng e Moskow xwe ji peymaneka kêmkirina çeka ya ser demê Sovyeta berê digel Amerîka vekêşît.

General Yuri Baluyevski, serokê Stunêt Leşkerî dibêjît biryara xwevekêşanê ji wê peymanê, dê li ser biryara Washington rawestît ka dê pêşnîyaza danana sîstemeka muşekêt berevanîyê li rojhilata Ewropa danît an ne.

Rêberê berê yê Sovyetê Mikhail Gorbachev danûstandin digel serokê berê yê Amerîkî Ronald Reagan li sala 1987 kiribûn li ser peymanekê sebaret bi muşekên navencîyên navokî.

Moskow nerazîbuneke tund dîyar diket li ser pêşnîyaza NATO bo danana wê sîstemê ku dixwazît muşekêt berevanîyê lil Polonya danin û teknolojîya sêregirtina muşekan li Komara Çek danin.

XS
SM
MD
LG